Jiyan
Îran li hemberî Amerîkayê pasve gav naavêje
PeyamaKurd - Cîgirê berpirsê siyasî yê Artêşa Pasdaran Yedulla Cewanî gef li Amerîka xwar û got: Heger berjewendiyên Îranê bikevin metirsiyê wê yên Amerîkayê jî bikevin metirsiyê de.
Di berdewamiya gefên fermandarên pilebilind ên Pasdarên Îranê De Yedulla Cewanî ji ajansa Tesnîm re ragihand, ger Amerîka zorê li Îranê bike û berjewendiyên Îranê bixe metirsiyê de, wê Îran jî êrîşî berjewendiyên Amerîkayê bike.
Zêdebûna gefên Îranê, hevdem in li gel nêzîkbûna dema sepandina sizayên nû yên Amerîkî li ser wî welatî.
Li gorî zanyariyan, wê Amerîka di hefteya bê de, dijwartirîn dorpêça di dîroka Îranê de, li ser Tehranê bisepîne.