TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran hisyarî da Tirkiyê: Wê peyman bikevin tengaviyê

📅 19 berfanbar 2018 01:02

PeyamaKurd- Îran li ser operasyona Tirkiyê ya rojhilatê Firatê beyanekî da. Beyan ji aliyê berdevkê wezareta karên derve ji Behream Qasimî hat dayîn. Qasimî got; operasyona ku Tirkiye dixwaze li hemberê hêzên Kurd bike, wê peymanên di çarçoveya Astanayê de yên ku hatine kirin, bixe zorê. Qasimî weha got:

" Halê me qet neguhirî. Ti welatekî bê ku îzna dewleta nawendî bistîne, nikare li Sûriyê operasyonan bike. Divê her gavê ku bê avêtin bi îzna Şamê be. Eger li pey wan şertan neçin, ev dikare pêvajoya Astanayê ya ku Tirkiye, Îran û Rûsya daye destpêkirin û hevkariya ku dewam dike, bixe zorê.”

Qasimî got ku operasyona leşkerî hêj destpênekiriye û divê em li benda pêşdeçûnan bin. Qasimî dewam kir û got:

“Em hêvî dikin ku pêvajoya bi Astanayê destpêkiriye û hevkariya ku di çarçoveya wê de dewam dike, berdewam be. Em difikirin ku dostên me yên Tirki ji weziyetê xeberdarin. Îran bi wan re di nava têkiliyan de ye. Eger pêşdeçûnek hebe em ê wê demê li serê hûr bibin.”

Parve bike: