TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îran: “Gelek biyanî li ser navê Amerîkayê hatin seredana me”

📅 23 gulan 2019 22:47

PeyamaKurd- Berdevkê konseya bilind ya ewlekariya Îranê Keywan Xusrewî ragihand:

“Gelek karbidestên biyanî li ser navê Amerîkayê hatin seredana me Îranê. Hinek ji wan seredana wan ket ser çapemeniyê û hinek ji wan bi dizî man.”

Xusrewî di mijara wan seredanan de agahiyan da. Hemûyan gotin ku tewrên Îranê neguhire û di kiryarên xwe de tiştên nû çêneke, dê ti carî muzakere bi Îranê re neyên rojevê.

Herî dawiyê hatibû gotin ku wezîrê karên derve yê Ummanê Yusuf bîn Alewî di nava hefteyê de seredana Tehranê kiribû.

Parve bike: