TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Em şer dikin lê teslîm nabin

📅 08 tebax 2026 11:16
Serokomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan diyar kir ku ew dixwaze peymana ku bi Amerîkayê re hatiye kirin were cîbicîkirin, lê di heman demê de ragihand ku li hemberî teslîmiyetê dê serê xwe netewînin dê şer bikin.

RûpelNews - Hevpeyvîneke taybet a Serokê Îranê Mesud Pezeşkiyan di medyaya Îranê de hate belavkirin.

Pezeşkiyan ji bo lihevkirin û egera şer hin peyam da. Pezeşkiyan da zaanîn ew dixwaze peymana bi Amerîkayê re were cîbicîkirin lêbelê, wî peyam da ku eger şer bidome ew ê teslîm nebin.

Pezeşkiyan wiha axivî: "Dijminên me hesab kiribûn ku welatê me dê hilweşe û di vê çarçoveyê de wan gotibû ku tiştek dikare were kirin, lê pêvajo wekî ku wan dixwest pêş neçû. Gelê Îranê li gel me sekinî."

Pezeşkiyan îdia kir Îsraîl û Amerîka hewl didin dewletên Kendavê li dijî Îranê bihejînin û got, "Em hewl didin pêşî li vê yekê bigirin. Bê guman, em her wiha rûbirûyê kêşeyên navxweyî yên ku ji nêrînên cuda derdikevin in. Û bi awayekî xwezayî, Amerîka û Îsraîl ji vê rewşê sûdê werdigirin."

Parve bike: