Îran: Em ê li santralên elektrîkê bixin
RûpelNews - Di daxuyaniyeke nivîskî ya ku ji aliyê Pasdarên Îranê ve hat weşandin de, hat gotin ku eger santralên elektrîkê li Îranê bên armanckirin, hin binkeyên enerjiyê yên li welatên cîran ên ku elektrîkê didin baregehên Amerîkayê û yên li Îsraîlê, dikarin di tolhildanê de bên arman girtin. Daxuyanî ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Tasnîm ve hat weşandin.
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku binesaziya aborî, pîşesazî û enerjiyê ya li herêma ku kompanyayên Amerîkî tê de xwedî par in, dibe ku ji bo tolhildanê wekî armancên potansiyel werin hesibandin.
48 Saet kengê bi dawî dibin?
Ev geşedan piştî daxuyaniyên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên derbarê Tengava Hormuzê de hat. Trump gotibû ku eger Îran di nava 48 saetan de kendavê bi temamî veneke, ew dikarin binkeyên elektrîkê yên li Îranê bikin armanc.
Mohleta 48 saetan a ku Donald Trump ji Îranê re danîbû, li gorî dema herêmî ya Îranê 24ê Adarê de saet di 03.15an de bi dawî dibe.
Di parvekirineke li ser hesabê xwe yê medyaya civakî de, Trump diyar kiribû ku eger Îran di nav dema diyarkirî de derbasbûna ewle li ser Tengava Hurmuzê ji nû ve misoger neke, Amerîka dikare êrîşî binkeyên elektrîkê yên li Îranê bike.