Parlamenterê Îranî: Pêwîst bike, dê serokomar û wezîrê derve ji kar dûr bixin
RûpelNews - Huseyn Elî Hacîdelîganî, Cîgirê Serokê Komîsyona Maddeya 90 a Meclîsa Îranê, ku bi çavdêriya saziyên giştî ve girêdayî ye, derbarê têkiliyên dîplomatîk ên muhtemel ên bi DYA re hişyariyên tund da hikûmetê.
Hacîdelîganî, di axaftina xwe de ji malpera Didban Iran a ku li Îranê kar dike re, bertek nîşanî daxuyaniyên dawî yên Serokê DYAyê Donald Trump ên derbarê danûstandinên nerasterast ên di navbera her du welatan de da û Wezareta Karên Derve tawanbar kir ku li hember van geşedanan bi awayekî têrker bersiv nade.
Amadekariyên ji bo pêşnûmaya bêbaweriyê li dijî Arakçî
Hacîdelîganî, ku angaşt kir Wezîrê Derve Ebas Arakçî divê li ber Parlamentoyê bê hesab xwestin, ragihand ku belgeyên pêwîst ji bo destpêkirina pêşnûmaya bêbaweriyê ya li dijî wezîr hatine komkirin.
Hacîdelîganî got, "Em niha belgeyên pêwîst kom dikin da ku em bikaribin di wextê xwe de pêvajoya ji kar avêtina wî bidin destpêkirin" û lê zêde kir ku amadekarî berdewam in.
"Heger pêwîst be em dê li dijî serokomar tevbigerin"
Hacîdelîganî, ku diyar kir ku ew helwesta karbidestên hikûmetê, tevî Serokomar Mesûd Pezeşkiyan, derbarê pêvajoya dîplomatîk a bi DYAyê re ji nêz ve dişopînin, got ku eger pêwîst be, Meclîs dê desthilatên xwe yên destûrî bi kar bîne.
Hacîdelîganî got, "Eger pêwîst be, em dê li dijî wan lêpirsîna îstîzackirinê bidin destpêkirin û em dê dudil nebin ku hemû desthilatên ku ji aliyê Destûrê ve dane Meclîsê bi kar bînin. Wî got, "Divê kes nefikire ku ew di van mijaran de ji berpirsiyariyê parastî ne."
Ti nîşanek neda ku ew ji mijara Tengava Hurmuzê paşde gav bavêje
Parlamenterê Îranî herwiha li dijî wan rêkeftinên nû yên derbasbûnê derket ku li gorî agahiyan di çarçoveya krîza Tengava Hurmuzê de di navbera Îran, DYA û Omanê de tên gotûbêjkirin.
Hacıdelîganî, amaje bi pêşniyara ku keştî divê ji Îranê bikevin tengavê û ji Omanê derkevin, kir û got, "Her peyman an belgeyeke nivîskî ku serweriya Komara Îslamî binpê bike, li dijî destûrê ye û em dê di vê mijarê de paşde gav neavêjin."
Trump îdia kiribû ku danûstandin hene
Di daxuyaniyên dawî de, Serokê DYAyê Donald Trump îdia kiribû ku danûstandinên nerasterast bi Îranê re berdewam dikin û alî nêzîkî gihîştina lihevkirinekê ne, di nav de ji nû ve vekirina Tengava Hurmuzê ji bo çûnûhatina keştiyan. Lêbelê, rêveberiya Tehranê ev îdia red kirin, diyar kir ku ti lihevkirin tune ye û ragihand ku sînordarkirinên heyî yên li Tengava Hurmuzê berdewam dikin.