TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Em dê êrîş li hemû baregehên Amerîkayê bikin

📅 08 tîrmeh 2026 13:50
Piştî êrîşên Amerîkayê yên li dijî Îranê ji hêla Tahranê ve hat ragihandin peymana agirbestê hat binpêkirin hemû baregehên leşkerî yên li Rojhilata Navîn dê bên armancgirtin.

RûpelNews - Wezareta Karên Derve ya Îranê êrîşên hewayî yên Amerîkayê yên li ser tesîsên li seranserê peravên başûrê welêt bi tundî şermezar kir û rêveberiya Washingtonê ji ber zêdebûna aloziyan li herêmê wek berpirsiyar destnîşan kir.
Wezaretê diyar kir ku bi van êrîşan hem Peymana Neteweyên Yekbûyî (NY) hem jî Peymana Lihevkirinê ya Îslamabadê ya ku dawîanîna şer misoger dike, hat binpêkirin.
Aliyê Îranê da zanîn ji ber sedemên wekî 'êrîşên dubare, betalkirina lîsansên petrolê û berdewam êrîşên Îsraîlê hukma Peymana Lihevkirinê ya Îslamabadê nema.

Îran: Baregehên leşkerî dê bên armanckirin

Di heman demê de, artêşa Îranê hişyarî da ku eger êrîş dubare bibin, ew ê êrîş li hemû baregehên Amerîkayê yên li Rojhilata Navîn bikin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Berpirsiyariya her binpêkirineke din a agirbestê dê bikeve stûyê Amerîkayê ya ku sûcdar e, û dê hemû baregeh bibin hedefên rewa ji bo êrîşên ku ji aliyê artêşê ve bi dronan bên pêkanîn."

Parve bike: