Jiyan
Îran: “Divê dopêçên Amerîkayê ne pêngav bi pêngav lê bi yek carê rabin”
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Seîd Xetîbzade di televizyona fermî ya dewletê de ragihand ku divê dopêçên Amerîkayê yên ser Îranê ne pêngav bi pêngav lê bi yek carê rabin. Xetîbzade weha got:
“Em planê Amerîkayê ne pêngav bi pêngav di ber çav de derbas dikin. Siyaseta Îranê ya teqez ew e ku temamên dorpêçên Amerîkayê ji ser Îranê bên rakirin.”
Di 6 ê nîsanê de li Viyanayê hevdîtinên li ser dagera peymana nukleerî ya Amerîkayê bên kirin lê wê Amerîka û Îran raste rast tevlî civînê nebin.
Amerîka ragihandibû ku ne bende ne raste rast tevlî hevdîtinan bibin lê Amerîka dikare vêya bike.