Jiyan
Îran | Di protestoya ‘bêaviyê’ de 25 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd – Li bajarê Hemedan ê Îranê, ji ber kêmbûna avê xwepêşandaneke protestoyî hat lidarxistin ku rastî êrîşa hêzên Îranê hat.
Hat ragihandin ku herî kêm 25 xwepêşander hatine binçavkirin ku ji bo nerazîbûna bêaviyê derketibûn kolanan.
Fermandarê Hemedanê Mihemedelî Mihemedî jî îdia kiriye ku ji 25 kesên hatine binçavkirin 20 ji wan ne xelkê Hemedanê ne û daye xuyakirin, pirsgirêka bêaviyê ji ber bikaranîna avê di avdana çandiniyê de ye û ji sedî 70 ava bendava Ikbatanê ji bo çandiniyê tê bikaranîn.
Li gorî çavkaniyên ji taxên bajarê Hemedanê, 48 demjimêr heta 72 demjimêran av li bajêr qut dibe, lê rejîma Îranê û berpirsên pêwendîdar li şûna çareserkirina pirsgirêka avê hewla zêdetir serkutkirina xelkê deverê didin.