Îran beşdarî Kûpaya Cîhanê nabe
RûpelNews - Wezîrê Werzişê yê Îranê Donjamali di hevpeyvîneke televîzyonê de got ku beşdarbûna tîma neteweyî ya Îranê di Kûpaya Cîhanê ya ku dê li Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê were lidarxistin, ne mimkun e.
Donjamaliyî di daxuyaniya xwe de bi tundî rêveberiya Amerîkayê rexne kir û got, "Piştî ku vê hikûmeta gendel rêberê me kuşt, me niyeta beşdarbûna Kûpaya Cîhanê nîne."
Wezîrê îranî her wiha anî ziman ku "pêngavên xerab" li dijî welêt hatine avêtin û bal kişand ser geşedanên mehên dawî. Donjamali got, "Di nav heşt an neh mehan de du şer li ser me hatin ferzkirin, û bi hezaran welatiyên me jiyana xwe ji dest dan."
Wezîrê Werzişê tekez kir ku di bin şert û mercên heyî de ne mimkun e Îran beşdarî tûrnûvayê bibe û got, "Di van şertan de tu şansê me yê beşdarbûnê nîne."
Nezelalî berdewam dike
Di vê navberê de, Serokê FIFAyê Gianni Infantino piştî hevdîtina xwe ya bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re li Qesra Spî, li ser medyaya civakî daxuyaniyek da.
Infantino ragihand ku Trump gotiye ew dê pêşwaziya beşdariya tîma neteweyî ya Îranê di Kûpaya Cîhanê de bike.
Hêj ne diyar e ku heger Îran ji tûrnûvayê vekişe dê kîjan tîm cihê wê bigire. Li gorî rêziknameyên FIFAyê, di rewşeke wiha de biryara dawî bi temamî di destê FIFAyê de ye.
Xala 6.7 a rêziknameyên FIFAyê wiha dibêje: "Heger komeleyeke endam a beşdar ji Kûpaya Cîhanê ya FIFAyê ya 2026an vekişe an jî were derxistin, FIFA dê rewşê li gorî biryara xwe binirxîne û hemû tedbîrên pêwîst bigire. FIFA dikare komeleyeke din vexwîne da ku li şûna komeleya navborî di tûrnûvayê de cih bigire."