FIFAyê biryar da: Îran dê beşdarî Kûpaya Cîhanê bibe?
RûpelNews - Serokê FIFAyê Gianni Infantino piştrast kir ku Îran dê wekî ku hatiye plankirin beşdarî Kûpaya Cîhanê ya 2026an bibe, tevî gotegotên li ser Îranê ku ji ber fikarên ewlehiyê ji tûrnûvayê vekişe.
Di axaftina xwe ya li Kongreya FIFAyê ya li Vancouverê de Infantino bi awayekî kategorîk piştrast kir ku Îran dê ji bo lîstikên xwe yên li DYAyê jî derkeve qadê.
Di tûrnûvaya ku dê di navbera 11ê Hezîranê û 19ê Tîrmehê de bi hevserokatiya DYA, Kanada û Meksîkayê were lidarxistin, Îran dê di 15ê Hezîranê de li Kalîforniyayê bi Zelandaya Nû, di 21ê Hezîranê de bi Belçîkayê û di 26ê Hezîranê de li Seattleê bi Misrê re bilîze.
Nîgeraniyên ewlehiyê û têkiliyên dîplomatîk
Wezîrê Werzîşê yê Îranê Ahmad Donyamali di Adarê de diyar kiribû ku ewlehiya lîstikvanan nayê garantîkirin û bi vê yekê destnîşan kiribû ku beşdariya wan a di tûrnûvayê de ne mimkun e.
Di vê pêvajoyê de, Infantino hewldanên dîplomatîk ên berfireh kirin û rasterast bi rêveberiya Donald Trump re li ser mijarê nîqaş kir da ku beşdariya Îranê di tûrnûvayê de misoger bike.
Di vê navberê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, hefteya borî di daxuyaniyekê de diyar kir ku dê destûr ji bo ketina hemû lîstikvanên ku ti pêwendiya wan bi artêşa Îranê re nîne, bo Amerîkayê bê dayîn.
Krîza Îranê li Kûpaya Cîhanê
Di meha Sibatê de, êrişên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê û mirina rêberê Îranê Elî Xameneyî, di cîhana werzîşê de jî bû sedema krîzekê.
Federasyona Futbolê ya Îranê û Wezareta Werzîşê niyeta xwe ya vekişînê nîşan dan û anîn ziman ku piştî êrîşan beşdarbûna tûrnûvayeke ku dê li DYAyê were lidarxistin "ne guncaw" e.
Her çend pêşniyarên wekî tevlîkirina Îtalyayê, ku nikarîbû beşdarî tûrnûvayê bibe, li şûna Îranê hatin gotûbêjkirin jî FIFAyê ev vebijêrk red kir û li ser beşdariya Îranê israr kir.
Donald Trump, her çend di destpêkê de helwesteke bêxem nîşan dabû jî di daxuyaniyên xwe yên dawî de diyar kir ku ji ber sedemên ewlehiyê ew ne guncav dibîne ku tîma neteweyî ya Îranê li wir amade be, lê lê zêde kir ku derî vekirî dimîne.
Bi daxuyaniya dawî ya Infantino re, cihê Îranê di tûrnûvayê de fermî bû.