TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Aştî tune, em dê êrîşên wêranker bikin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 02 nîsan 2026 14:03
Artêşa Îranê red kir ku aştiyê bikin û ragihand ku ew ê li dijî êrîşên Amerîka û Îsraîlê çalakiyên berfirehtir û wêranker pêk bînin.

RûpelNews - Lîwa Îbrahîm Zulfikarî, berdevkê Fermandariya Navendî ya Hatemu'l Enbiya yekîneya Hêzên Çekdar ên Îranê ya ku berpirsiyarê meşandina operasyonên leşkerî ye li dû gefên dawî yên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li dijî Îranê daxuyaniyek da.

Zulfikarî got: "Hêvî nekin ku we navendên me yên hilberîna mûşekên stratejîk, firokeyên me yên bêmirov ên êrîşê yên dûravêj û yên tespîtkirina hedefan, sîstemên me yên parastina hewayî û şerê elektronîk ên modern, û alavên me yên pisporî wêran kirine, ji ber ku fikreke wisa dê tenê qûnaxê ku hûn tê de asê mane kûrtir bike."

Zulfikarî ragihand, "Hûn ê berdêla êrîşa ku we da destpêkirin bidin," û lê zêde kir, "Piştî lêdan û paşketinên xurt û bêsînor ên ku we heta niha kişandine, li bendê bin ku çalakiyên me hê bêtir wêranker û hilweşîner bin."

 

Parve bike: