TR KU AR
FB X IG
Rojhilata Navîn

Îran: Amerîka êrîşan da rawestandin me jî da rawestandin

📅 26 tîrmeh 2026 17:15
Berdevkê artêşa Îranê Mihemed Ekreminiya diyar kir ku êrîşên Amerîkayê di du şevên borî de rawestiyane û ji ber vê yekê, êrîşên wan ên bersivdayînê jî ev du şev in hatine rawestandin.

RûpelNews - Berdevkê artêşa Îranê Mihemed Ekreminiya derbarê şerê Amerîka-Îranê de ji televîzyona dewleta Îranê re daxuyanî da.

Ekremîniya got: "Amerîkayê di du şevên borî de êrîşên xwe rawestandine. Ji ber ku stratejiya me jî li ser tolhildanê ava bûye, operasyonên berevaniyê yên Îranê jî hatine sekinandin."

Rawestandina êrîşan ev du şevan ku wek nîşaneya agirbestê tê dîtin an na? Li ser vê berdevkê Îranî wiha axivî: "Hê ne mimkun e ku mirov bibêje aliyê Amerîkî stratejiyeke zelal dişopîne. Lêbelê, rewşa heyî nîşan dide ku stratejiya Washingtonê di tengasiyê de ye."

Li gor Ekreminiya Amerîka plana operasyoneke bejayî jî dinirxîne û anî ziman ku Washington hay jê heye ku tevgereke wiha dê mesrefên giran bi xwe re bîne.

Ekreminiya pêşniyar kir ku rawestandina êrîşan di du şevên borî de dibe ku ji ber ji nû ve nirxandina hesabên stratejîk ên Amerîkayê jî be û îdia kir ku dibe ku Washington senaryoyên nû ji bo rojên pêş amade kiribin jî ji ber kuşert û mercên heyî ji perspektîfa Washingtonê re ne guncaw in.

Parve bike: