Şandeyên Amerîka û Îranê, ji bo rawestandina şer li Pakîstanê kom dibin
RûpelNews - Ligel berdewamiya şerê di navbera Amerîka-Îsraîl û Îranê de ku di roja 25an de berdewam dike ji aliyê Pakîstanê daxuyaniyeke balkêş hat belavkirin.
Berpirsên Pakîstanê ji Ajansa Anadoluyê re ragihandin şandeyên ji Amerîka û Îranê dê bên welatê wan û li wir dest bi guftûgoyê bikin da ku şerê heyî bidin rawestandin.
Hin çavkaniyên Pakistanê jî amaje kirin ji ber nebûna baweriyê Îran amade nîn e ku bi Amerîkayê re gotûbêjê bike lê tevî vê hewl tên dayîn bi rêya dîplomasiyê Îran bo gotûbêjê were qanihkirin.
23ê Adarê Serokwezîrê Pakîstanê Şahbaz Şerîf bi Serokkomarê Îranê Mesud Pezeşkiyan re bi rêya telefon axivîbû.
Li gor medyaya Amerîkayê, eger ev kombûn pêk were, di şandeya Amerîkayê de Steve Witkoff Nûnerê Taybet ê Serokê Amerikayê Donald Trump û Jared Kusher ê şêwirmendê berê, zavayê Trump dê cîh bigire.