TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îdîaya girîng: "Amerîka tesîra xwe ya li Rojhilata Navîn winda dike"

📅 25 gulan 2018 21:59

PeyamaKurd - Li Amerîkayê li gor ankêteke hat kirin ji sedî 69ê beşdarnên Amerîkayî wisa difikirin ku Amerîkayê tesîra xwe ya li Rojhilata Navîn winda kiriye û radestî welatên wek Rûsya, Îran û Çînê kiriye.

Ankêta ku ji ser malpera nûçeyan a "The Hill"ê cih digire û ji hêla şirketên Harvard CAPS û Harris Pollê va hatiye kirin der barê polîtîkaya derva ya Amerîkayê da daneyên ecêb raxist pêş çavan.

Li gor vê ankêtê ji sedî 69 beşdanên Amerîkayî wisa difikirin ku tesîra Amerîkayê ya li Rojhilata Navîn her diçe kêm dibe û welatên wekî Rûsya, Îran û Çînê jî şûna wê digirin.

Di ankêtê de biryara vekişîna Serokê Amerîkayê Donald Trump ya ji Peymana Îranê ra hatibû û biryara wî ya ku Balyozxaneya Qudsê jî hatin nirxandin.

Ji beşdarên ankêtê ji sedî 54an ragihandin ku di şûna vekişînê de divê bi Îranê re guftûgo bihata kirin û ji sedî 46an jî piştgirî da biryara Trump.

Lê ji sedî 65ên beşdaran xwedî wê baweriyê ne ku Îran li gor peymana nukleerî tevnegeriyaye.

Biryara Trump a der barê Qudsê de jî bi ankêtê di nav Amerîkayiyan de hat nirxandin û ji sedî 60ê beşdaran biryar rast dît û bi tenê ji sedî 40 dijî biryara Trump sekinîn.

Parve bike: