Îdia: Îsraîl û DYA ji bo êrîşekê amadekariyê dikin
RûpelNews - Hat îdiakirin ku Îsraîl û DYA ji bo zêdekirina zextê li ser Îranê, di demekê de ku alozî di navbera Washington û Tehranê de li ser Tengava Hurmuzê zêde dibin, ji bo êrîşeke muhtemel li ser Îranê amadekariyê dikin.
Çavkaniyeke îsraîlî di axaftina xwe ya ji bo kanala amerîkî CNN de diyar kir ku binesaziya enerjiyê ya Îranê û karbidestên payebilind ên îranî dikarin bibin hedef û got: "Armanc ew e ku operasyoneke leşkerî ya demkurt were meşandin ku Îranê neçar bike da ku di danûstandinan de tawîzên zêdetir bide."
Çavkaniyê îsraîlî destnîşan kir ku plana navborî bi giranî beriya agirbesta meha borî hatibû amadekirin û lê zêde kir ku destpêkirina êrîşan girêdayî biryara dawî ya Serokê DYAyê Donald Trump e.
Daxuyaniya Trump
Serokê DYAyê Donald Trump duh di daxuyaniyekê de derbarê aloziyên ku li Tengava Hurmuzê zêde dibin de got ku şer dikare du an sê hefte din jî bidome.
Trump got, "Yan em peymana rast çêdikin, yan jî em pir bi hêsanî bi ser dikevin. Ji aliyê leşkerî ve me jixwe ev yek qezenc kiriye. Hûn dizanin, we bi milyonan caran ev ji min bihîstiye û yên din jî gotine. 159 keştiyên wan hebûn, niha yek jî nemaye. Hemû li binê deryayê ne."