Tirkiye
Huseyîn Çelîk: Destkeftiyên kurdan ne zirara Tirkiyeyê ne
Wezîrê berê yê Perwerdehiya Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk got, li ku dera cîhanê be bila bibe destkeftiyên kurdan divê ji bo Tirkiyeyê wekî zirar neyên dît in.
RûpelNews - Wezîrê berê yê Perwerdehiya Tirkiyeyê Huseyîn Çelîk, di axaftina xwe ya li Îlke TV de diyar kir ku nêzîkatiyên li dijî bidestxistina statuya kurdan ne saxlem in û divê dest ji vê nêrînê were berdan
'Ev nêzîkatî zirarê dide aşitiya civakî'
Çelîk, da zanîn ku nêrîna li ser bidestxistinên destkeftiyên kurdan wekî "zerar" tê dît in û ev yek ji bo Tirkiyeyê şaş e: Çelîk tekez kir ku ev nêzîkatî dikare hem ji aliyê têkiliyên herêmî û hem jî ji aliyê aştiya civakî ve bibe sedema encamên neyînî.
Çelîk diyar kir ku divê nêzîkatiyeke rasteqîn û berfirehtir a ji bo pirsgirêka kurd were pejirandin, û lê zêde kir ku maf û statuya ku ji aliyê kurdên li herêmên cuda ve tê bidestxistin, divê wekî li dijî berjewendiyên Tirkiyeyê neyên dîtin.