TR KU AR
FB X IG
Cîhan

HSDê li ser vekisînê bi Rûsyayê re li hev kir: Vedikise…

📅 27 cotmeh 2019 15:57

PeyamaKurd - Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD/QSD) ragihand ku piştî danûstandinên bi Rûsyayê re, ew têkildarî lihevkirina Soçiyê gihîştine encamekê û hêzên wan ji bo rawestandina êrîşên Tirkiyê dûrî sînoran vedikişin.

HSDê ragihand, wê hêzên wan dûrî sînor li qadên nû belav bibin û hêzên parastina sînor ên Hikûmeta Sûrî jî li ser sînor bi cih bibin.

Fermandriya Giştî ya HSDê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, piştî nîqaşên berfireh ê ligel Federasyona Rûsyayê û li ser xalên ku berê erê nedikirin, gihîştin encama pêkanîna lihevkirina Soçîyê..

HSDê destnîşan kir, ji bo rawestandina êrîşên li dijî gel û rijandina xwînê, wê hêzên wan ji seranserî sînorê Tirkiyê û Sûriyê dûr bikevin û li qadên nû bi cih bibin.

HSDê da zanîn ku wê hêzên parastina sînor ên Hikûmeta Sûriyê li herêmên sînor werin bicihkirin.

HSDê herwiha di daxuyaniya xwe de bang li Rûsya kir ku bi erkên xwe rabe û di navbera Rêveberiya Xweser û Hikûmeta Sûriyê de, bingeha diyaloga çêker ava bike.

Parve bike: