Hinek şervanên dîl ên HSDê tên berdan
RûpelNews - Li gorî lîsteya ku hatiye belavkirin, navên 51 dîlan tê de heye ku dê bên berdan.
Siyamend Efrîn ji Rûdawê re got, her wiha da zanîn ku ji bo vegera koçberan amadekarî hatine kirin.
Siyamend Efrîn diyar kir ku dê di 4 rojên bê de 1035 malbatên koçber wekî karwanê duyem vegerin cih û warên xwe yên li Serê Kaniyê.
Karwanê yekem a ku ji 410 malbatan pêk dihat 10ê Tebaxa 2026an vegeriyabû Serê Kaniyê.
Zêdetirî 1500 kesan hatine berdan
Hikûmeta Sûriyeyê 24ê Gulana 2026an nêzîkî 100 şervan berdabûn. Di nav wan de şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) jî hebûn.
Ev gav di çarçoveya lihevkirineke berfireh de ye ku armanca wê bidawîanîna dosyeya girtiyan e.
Ev pêvajo wekî bicihanîna wê peymanê ye ku 29ê Kanûna Paşîn a borî di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Rêveberiya Xweser de hatibû îmzekirin.
Armanca peymanê ew e ku kanalên pêwendiyê bên xurtkirin û pirsgirêkên di navbera her du aliyan de bên çareserkirin.
Heta niha 6 komên dîl ên şervanên HSDê yên ku li cem hikûmeta Sûriyeyê bûn hatine berdan.
Hejmara giştî ya wan kesên ku ji destpêka îmzekirina peymanê ve hatine berdan, gihîştiye zêdetirî 1500 kesan.