TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hindistanê bertek nîsanî Amerîkayê da

📅 30 hezîran 2018 00:41

PeyamaKurd - Wezîrê neftê yê Hindistanê li hemberî daxwaza rayedarên Amerîkayê ji bo rawestandina kirîna neftê ji Îranê bertek nîşan da û wiha got: “Delhiya Nû di mijara kirîna neftê ji Îranê de  li ser esasê berjewendiyên xwe yên neteweyî biryar dide.

Hat ragihandin ku Wezîrê neftê yê Hindistanê Darmêndra Pradhan diyar kir ku: “Delhiya Nû di mijara kirîna neftê ji Komara Îslamî ya Îranê de li ser esasê berjwendiyên xwe û ne di bin zext û tirsandinê dê biryarê dide.”

Beriya niha Amerîkayê ji tevahiya welatan, ji Çîn û Hindê jî xwestibû ku kirîna neftê ji Îranê heta 4ê Mijdara 2018an bidin rawestandin.

Herwiha Wezîra Karên Derve ya Hindê Sûşma Siwaracê jî demek beriya niha amajeya bi vê yekê kir, ku Delhiya Nû li dijî zextên yekalî yên Amerîkayê li hember Îranê ye, herwiha got: Hin hevkariyên xwe yên giştalî bi Îranê ra didomîne û dê hema wisa nefta vî welatî bikire.

Kirîna nefta Îranê ji aliyê Hindê ve tevî hebûna zextên nû yên Amerîkayê, di meha Gulana îsal da derdora 700 hezar bermîlî di rojê da zêde bû ku asta herî zêde ji Cotmeha sala 2016an va heta niha tê hisabê.

Îran sêyem welatê mezin e ku neftê difiroşe Hindê û sedî 12ê tevahiya kirîna nefta Hindê ji derve, ji Îranê ye.

Parve bike: