Amerîkayê bertek nîşanî Îsraîlê da
RûpelNews - Balyozê Amerîkayê yê li Tirkiyeyê û Nûnerê Taybet ji bo Sûriye û Iraqê Tom Barrack, ji ber êrîş li ser baregeha hewayî ya leşkerî ya Ebû Zuhur a li Sûriyeyê pêk anî nerazîbûna xwe nîşanî Îsraîlê da.
Barrack di daxuyaniya xwe de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir da zanîn ku Amerîka ji ber van êrîşan "gelekî bi fikar" e û bang li hemû aliyan kir ku li şûna pevçûnên leşkerî bi rêya muzakere û diyalogê kêşe werin çareserkirin.
Êrîşên li ser baregeha hewayî, ku dikeve parêzgeha Îdlibê ya Sûriyê, 70 kîlometre dûrî sînorê Tirkiyeyê ye.
Hat ragihandin ku di êrîşên hewayî de ku bûye sedema zirara madî lê tu ziyana canî çênebû.
Li gorî televîzyona fermî ya Sûriyê, di êrîşên hewayî yên Îsraîlê de 8 caran li baregehê hatiye xistin.