Hinardekirina petrolê ji Herêma Kurdistanê bo Ceyhanê ye tê zêdekirn
RûpelNews - Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Selîm Rukabî, got ku hinardekirina rojane ya petrolê ji benderên başûr nêzîkî kêmzêde 2 milyon bermîlan dibe.
Şandina bo Ceyhanê bi 150 hezaran bermîlan dest pê diken
Li gorî nûçeya Rûdawê, Rukabî diyar kir ku barkêşiyên petrolê yên ber bi Ceyhanê ve bi rêya Herêma Kurdistanê hîn ne bi îstîkrar in û got ku qebare rojane ji 150 hezar bermîlan dest pê dike û ji rojê heta rojê diguhere.
Hat ragihandin ku, Iraq û Tirkiyeyê di 1ê Tebaxa 2026an de li ser hinardekirina petrola Iraqê bi rêya Bendera Ceyhanê peymaneke yek-salî îmze kirin. Rukabî diyar kir ku peyman ne mayînde ye, lê belê "peymaneke demkî" ye ku ji bo misogerkirina veguhestina petrolê bi rêya Tirkiyeyê hatiye amadekirin.
Armanca 750 hezar bermîl di rojê de
Peyman armanc dike ku hinardeya petrolê bi rêya Ceyhanê rojane bigihîne 750 hezar bermîlan. Lêbelê, tê payîn ku ev ast hêdî hêdî were gihîştin.
Tê ragihandin ku ji ber geşedanên li Kendavê û pirsgirêkên li Tengava Hurmizê piştî derketina şerê di navbera Îran, Îsraîl û Amerîkayê de, hinardekirina petrola Iraqê kêm bûye. Beriya şer, hinardekirina petrola rojane ya welêt zêdetirî 3 milyon bermîlan bû.