Hikûmeta Herêma Kurdistanê li dijî erebkirinê hişyariyê dide
RûpelNews - Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, rapora xwe ya herî dawî ya derbarê navçeyên Kurdistaniyên li sînorê Madeya 140 de bi raya giştî re parve kir.
Raporê tekez kir ku hikûmeta Iraqê li navçeyên Kurdistanî yên li parêzgehên Kerkûk, Diyale, Mûsil û Selahadînê siyaseta "erebkirinê" ya plankirî dimeşîne.
Yek ji daneyên herî girîng ên ku di rapora weşandî de bal hatiye kişandin ser wê ye ku ji bo cîbicîkirina Madeya 140 a Destûra Iraqê di navbera salên 2005 û 2025an de budçeyeke ji 2 trîlyon dînarî zêdetir hatiye veqetandin.
Lêbelê, rapor diyar dike ku tevî vê budçeya mezin, pêvajoya destûrî bi awayekî bi zanebûn nehatiye temamkirin û Madeya 140 di rewşeke nezelal de hatiye hiştin.
Rapor diyar dike ku piştî ku artêşa Iraqê û Heşda Şebî di 16ê Cotmeha 2017an de ketin van navçeyan, pêvajo ket qonaxeke nû.
Li gorî raporê, bi dehan postên îdarî yên li herêmên wekî Kerkûk, Xurmatû, Şingal û Xaneqîn ji destê rêvebirên kurd hatin girtin û radestî ereb û tirkmenan hatin kirin.
Hat destnîşankirin ku li Kerkûkê 10 postên îdarî yên girîng, li Xurmatu 10 û li Şingalê 4 post guherîn.
Her wiha hat ragihandin ku peymanên çandiniyê yên hatibûn betalkirin ji nû ve ji "erebên hawirde" re hatin dayîn û zeviyên cotkarên kurd hatin desteserkirin.
Guhertina demografiyê
Beşa demografîk a raporê diyar dike ku hewl tên dayîn ku hevsengiya li herêmê bi bicihkirina kesên ji derve hatîn were guhertin.
Tê tekezkirin ku her çend divê tomarên nifûsê yên sala 1957an wekî bingeh werin bikaranîn jî, destûrên nasname û rûniştinê pir zû ji hatîyên nû re tên dayîn, ku ev yek rêjeya hejmara kurdan kêm kiriye û gihandiye "astên xeternak".
Girîngiya Madeya 140
MAdeya 140 a Destûra Iraqê ji bo diyarkirina statuya Kerkûk û herêmên din, qonaxên "asayîkirin, serjimêrî û referandumê" dihewîne.
Ev pêvajo, ku li gorî Ddstûrê diviyabû heta dawiya sala 2007an bi dawî bibûya, ji ber nakokiyên siyasî ev 18 sal in bi temamî nehatiye cîbicîkirin.