TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hêzên rejîma Îranê 4 kolberên Kurd girtin û ew dan ber îskenceyê

📅 16 tîrmeh 2021 19:40

PeyamaKurd -  Hat ragihandin ku doh 15ê Tîrmehê hêzên rejîma îranê li ser pira Du Aw ya li herêma Newsud a bi ser parêzgeha Kirmaşanê ve, komek kolber binçav kirin û piştre jî îşkence li wan hat kirin.

Çavkaniyekê ji Kolbernewsê re ragihandiye, hêzên rejîmê di dema binçavkirinê de îşkence li kolberên bi navê Xalid Suleymanî, Enwer Muardî û Xelîl Mehmudî kirine.

Hat zanîn ku kolberên hatine îşkencekirin, bi giranî birîndar bûne.

Herwiha hat gotin ku kolberekî temen mezin jî hatiye binçavkirin û îşkence lê kirine û ji ser hişê xwe çûye.

Parve bike: