TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hêzên rejîma Îranê guleyên rasterast bera 2 kolberên Kurd dan: Kolberekî can da

📅 27 îlon 2022 13:58

PeyamaKurd – Hêzên rejîma Îranê li sînorê Newsûdê guleyên rasterast bera 2 kolberên Kurd ên bi navên Ehmed Yûsifî û Muxtar Mîrweysî ku şêniyên Selasa Bawecanî ne dan û piştî çend saetan Muxtar Mîrweysî bi sedema kûrahiya birînan, can da.

Li gor zanyariyan, hêzên leşkerî, bêyî agahdarkirinaê gule bera her du kolberan dabûn û di encamê de kolberê bi navê Ehmed Yûsifî birîndar bû û Muxtar Mîrweysî jî can da.

Hat ragihandin ku Muxtar Mirweysî xêzandar e û bavê 2 zarokan e.

Parve bike: