Rojhilata Navîn
Heyvasor a Îranê: 555 kes hatin kuştin
Li gorî daxuyaniyeke Heyvasor a Îranê, di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de 555 kesan jiyana xwe ji dest dan
RûpelNews - Heyvasor a Îranê, bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şerê 3 rojan ragihand. Li gorî daxuyaniyê heta niha 555 kesan canê xwe ji dest da.
Di daxuyaniyeke nivîskî de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Farsê ve hat weşandin, hat gotin ku "di êrîşên li ser 131 wargehan de 555 kesan jiyana xwe ji dest dan." Derbarê hejmara birîndaran de ti agahî nehat parvekirin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Muhtaba Xelidî di 28ê Sibatê de ragihand ku di êrîşan de 201 kesan jiyana xwe ji dest daye û 747 kes jî birîndar bûne.