Heya niha Îran bo biyaniyan dorpêçan danîbû
PeyamaKurd- Îranê heya niha nedixwest ku biyanî herin welatê wan an dema vîze dida hinek geştiyarên biyanî, Îranî di nava welatê xwe de wan rihet nedihiştin. Dema yekî Fransiz an yekî Amerîkayê bo vîza Îranê seredana sefaretxaneyên Îranê bikirina, bi mehan bersiva wan nedidan. Niha piştî dorpêçên ser Îranê zêde bûn û aboriya wan qels bû, nihayet di mijara tûrîstan de gavek avêt: Vîza elektronîk.
Serokê rêxistina mirasa çandê, hunerên destî û tûrîzmê Elî Esker Mûnîsan ragihand ku nema Îran mohrê an damxayê li pasaporta biyaniyan dixe. Biyanî wê karibin di balafirgehan de, bi vîza elektronîk ya ku sitendine derbas bibin nava Îranê.
Îran dixwaze bi vê rêyê geştiyarên welatê xwe hem zêde bike û hem karê wan hêsantir bike. Lê baş nehat ragihandin bê tûrîst wê li welatê xwe seredana vîza elektronîk bo sefaretxaneyên Îranê bikin an wê li balafirgehên Îranê, ew vîze rast e rast bên dayîn.