Rojhilata Navîn
Îran: Biryara me niha li ser bidawîkirina şer e
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî, got, "Giringiya me ya niha ew e ku em şer bi dawî bînin. Ev rewş hem ji bo gelê Îranê û hem jî ji bo civakên herêmî û navneteweyî cihê nîgeraniyê ye."
RûpelNews - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Bekayî di hevpeyvînekê de bi televîzyonê re diyar kir ku biryara anha ya wan ew e ku ev şerê heyî bê bidawîkirin. Bekayî, amaje bi serpêhatiyên berê kir û destnîşan kir ku ew naxwazin wextê xwe li ser mijarên aloz ên ku li ser wan lihevkirinek çênabe, berhewa biçe.
Bekayi got, "Biryara me ya niha ew e ku em bala xwe bidin ser bidawîkirina şer. Ji ber ku ev rewş hem ji bo gelê Îranê û hem jî ji bo civaka herêmî û navneteweyî cihê fikaran e."