Hemû geştên asmanî li Îranê hatin sekinandin
RûpelNews - Hat ragihandin ku piştî girtina qada hewayî ya rojavayê Îranê ji ber êrîşên ku Îsraîlê di şevê de pêk anîn, hemû geştên li seranserê welêt hatine sekinandin.
Ajansa Nûçeyan a Mehr daxuyaniyeke nivîskî ya Şîrketa Balafirgehên Îranê weşand.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku, li gorî NOTAMeke ku ji aliyê Desthilata Hewayî ya Sivîl a Îranê ve hatiye weşandin, ji ber girtina qada hewayî ya rojavayê welêt, hemû geştên ji balafirgehên li seranserê welêt heta agahiyeke nû hatine betalkirin.
Vê sibehê zû hatibû ragihandin ku ji ber êrîşên dualî yên berdewam ên di navbera Îran û Îsraîlê de, hemû geştên hewayî li Balafirgeha Mehrabad a Tehranê, Meşhed û balafirgehên li rojavayê welêt hatine rawestandin.
Demek berê, Fermandariya Hatemu'l Enbiya, yekîneya Hêzên Çekdar ên Îranê ya ku berpirsiyarê meşandina şer e, ragihandibû ku operasyonên leşkerî yên li dijî Îsraîlê hatine sekinandin.