Hemû geşt li Balafirgeha Munîhê hatin rawestandin
RûpelNews - Di daxuyaniyekê de ku ji aliyê Polîsê Federal ê Almanyayê ve hate weşandin, hat ragihandin ku îro serê sibê derdora saet 09.00an, pîlotan li nêzîkî balafirgehê tiştekî firînê bi guman dîtine.
Piştî agahdarinê, balafirgeh ji ber sedemên ewlehiyê ji çûnûhatina hewayî re hat girtin, û hemû rabûn û danînên li ser pîstên balafirgehê hatin sekinandin.
Tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku firandina dronan li derdora Balafirgeha Munîhê bi tundî qedexe ye, û hat destnîşankirin ku hejmareke mezin ji yekîneyên polîsan li herêmê hatine bicihkirin.
Hat destnîşankirin ku hêzên ewlehiyê lêpirsîneke berfireh dimeşînin da ku kesên girêdayî drona gumanbar li nav qada balafirgehê û derdora wê nas bikin.
Ne diyar e ku dê firîn kengî ji nû ve dest pê bikin
Rayedaran diyar kirin ku niha ti agahiyeke zelal nîne ka dê lêpirsîna ewlehiyê çiqas bidome an jî dê firîn kengî ji nû ve dest pê bikin.