TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hatemî li rêvebiriya Îranê sîretan kir

📅 24 îlon 2018 17:34

PeyamaKurd- Serokomarê Îranê yê berê Muhammed Hatemî ku bi reformên xwe tê nasîn, li rêvebiriya niha ya Îranê şîretan kir û got; divê sîstema Îranê bê nûkirin (îslah), eger sîstem xwe nûh neke, wê bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû bimînin.

Hatemî di malpera Kaleme de ragihandinên di babeta azadiya çapemeniyê û rêvebiriya dewleta Îranê de şiroveyan kir ku Hatemî bi xwe gelek nêzî Mîr Huseyîn Mûsewî û Mêhdî Kerrûbiye.

Hatemî behsa dorpêçên ku di meha 11an de, dê bikevin dewrê de got; bi sedema qelsiya wan, ew dorpêç dikarin bibin pirsgirêkên mezintir û ew jî “bi sedema hebûna hêzên paralel” wê mezintir bibin.

Ji bilî pirsgirêkên aboriyê, divê li ser pirsgirêkên çandî, siyasî û asayîşê jî bê rawestandin û guhdarîkirina li milletê, wê cesaret û hêviya milletê zêdetir bike. Hatemî got ku sîstema têkiliyan ya bi milletê re girtiye û weha dewam kir:

“Şiddet, ne tenê ji kêmasiya dan û sitendina tê. Bingeha wê ji nebicîhanîna pêdiviyên xelkê û bêhêvîbûna milletê tê. Di vê pêvajoyê de, ji mijara muhafazakarî û reformîstiyê bêhtir, divê rizgariya Îranê bibe mijara me.”

Hatemî balê kişand ser ewlehiya mirovan û got, divê mirov karibin fikra xwe di nava ewlehiyê de bêjin. Her reform divê bi serê xwe bê tehlîlkirin. Mirov dikare bi rêxistinên mafên mirovan, yên hawirdorî û grûbên ku li dijî şiddet û tundiyê ne, di noqteyên hevpar de hevkarî bike. Hatemî axaftina xwe weha dewam kir:

“Îşareta demokrasiyê ne ew e ku mirov xwediyê genên baş be. Divê mirov xwedî qabîliyet be û layîqê raya xelkê be. Bihêlin bila kesên li dijî olê dertên biaxifin da fikir derên ortê. Rêlibergirtina xwe îfadekirinê, dibe sedem ku meydan ji meddahan re dimîne.”

Parve bike: