TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

HAT NÛKIRIN – ‘Dibe ku êriş amûreke deryayî ya bêmirov hatibe kirin’

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 26 adar 2026 10:41
Li Deryaya Reş, 15 mîl dûrî Tengava Stenbolê di keştiyeke tangêr a petrolê de teqînek çêbû. Ziyan gihîşt keştiyê û odeya motorê. Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu diyar kir ku ew bawer dikin bûyer êrîşeke ku ji aliyê amûreke deryayî ya bêmirov ve hatiye kirin.

RûpelNews - Li Deryaya Reş îro danê sibê di tangêra ALTURA, ku ji Rûsyayê derketibû û 140 hezar ton petrol hildigirt, teqînek çêbû.

Piştî banga alîkariyê ya tankerê, keştiya alikariya ya bi navê "Nene Hatun", ber bi cihê bûyerê ve hat şandin.

Wezîrê Veguhestinê yê Tirkiyeyê Abdulkadîr Uraloglu derbarê tangêra petrolê ya ku teqîn lê çêbûye de daxuyaniyek da. Uraloglu diyar kir ku tîmeke teknîkî lêkolînê dike. Wî destnîşan kir ku ew guman dikin êrîş bi rêya wesayîteke deryayî ya bêmirov hatiye kirin. Hat destnîşankirin ku keştiya ku ala biyanî hildigire, ji aliyê welatiyekî Tirk ve tê birêvebirin.

Hat gotin ku rewşa 27 endamên xebatkarên keştiyê baş e.


 

Parve bike: