TR KU AR
FB X IG
Sîpor

Goga 'Destê Xwedê' ya Maradona pê gol avêtibû hat firotin

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 24 tebax 2026 14:51
Goga ku ji aliyê futbolîstê efsanewî yê Arjantînî Diego Maradona ve di Kûpaya Cîhanê ya 1986an de ji bo tomarkirina gola xwe ya navdar a 'Destê Xwedê' hatibû bikaranîn, di mezadê de bi 3.3 milyon dolarî hate firotin.

RûpelNews - Di maça çaryek-fînalê de ku Arjantînê Îngilîstan bi 2-1 têk bir, Maradona gog bi destê xwe şand ser golparêz Peter Shilton û xist tora golê.

Maradona piştî maçê ji rojnamevanan re diyar kir ku gol "hinekî bi serê Maradonayê, hinekî jî bi destê Xwedê" hatibû tomarkirin.

Di heman maçê de Maradona gola xwe ya duyemîn tomar kir ku wekî 'gola sedsalê' hate pênasekirin.

Di mezadeke ku ji aliyê Heritage Auctions ve li Amerîkayê hatibû organîzekirin de, gog bi 3.3 milyon dolarî hate firotin.

Ali Bin Nasser hakemê Tunusî yê maçê, di dawiya maçê de gogê bi xwe re bir û zêdetirî 30 salan gog li ba xwe veşart.

Bin Nasser cara yekem gog di sala 2022an de bi 2.37 milyon dolarî firot. Xwediyê nû di sala 2023an de dîsa gog da firotinê, lê i ber ku teklîfên hatin wergirtin negihîştin bihayê firotinê yê herî kêm loma gog nehat firotin.

Formaya ku Maradona di heman maçê de li xwe kiribû, di sala 2022an de di mezadê de bi 7.1 milyon sterlîn hate firotin.
 

Parve bike: