Futbolîstê ciwan ê ji Amedê li Elezîzê xeniqî
RûpelNews - Mehmet Ali Ateş (17), futbolîstê ciwan ê tîma "Diyarbakır 1968 Spor"ê, li Gola Hazarê ya li navçeya Xox ya Elezîzê xeniqî.
Li gorî agahiyan, Mehmet Ali Ateş roja Yekşemê ji bo hênikbûnê ligel malbata xwe çûbû Gola Hazarê. Piştî ku dema avjenî dikir winda bû, li ser agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên hawarçûnê di nav de Karûbarên Tenduristiyê yên Lezgîn (112), cendirme, AFAD, UMKE û tîma binê avê ya Midûriyeta Ewlehiyê ya Parêzgeha Elezîzê bo herêmê hatin şandin.
Operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê yên ku ji aliyê tîman ve li golê dihatin meşandin, du rojan berdewam kirin. Di encama van hewldanan de, termê Mehmet Ali Ateş hate dîtin û derxistin.
Termê Ateş ji bo otopsiyê rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hate destpêkirin. Mirina vî futbolvanê ciwan di nav civaka werzişî ya Amedê de bû sedema xemgîniyeke mezin.