TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Ciwanekî 16 salî di çem de xeniqî

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 gulan 2026 15:06
Li Dîlokê ciwanekî 16 salî xwest ku di çem de xwe hênik bike lêbelê nekarî ji çem derkeve û xeniqî.

RûpelNews - Bûyer, li gundê bi navê Îdillî yê ser bi Islahiyeyê ve çêbû. Li gorî agahiyan, ciwanê 16 salî yê bi navê Eren Yildirim, ji ber germê, ji bo xwe hênik bike ketibû çem. Piştî demeke kurt, niştecihên herêmê yên ku dîtin ciwan di nav avê de dixeniqe, ji bo alîkariyê bezîn.

Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da

Piştî ku Eren Yildirim ji avê hat derxistin, ji aliyê tîma hawarçûnê ve ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê. Lêbelê, tevî hewldanên mezin ên bijîjkan, nekarîn jiyana wî xilas bikin.
Mirinê Eren, malbat û hezkiriyên wî xistiye nav xemgîniyeke mezin.

Cenaze ji bo tiba dadî hate şandin

Cenazeyê Eren Yildirim ji bo otopsiyê ji Enstîtuya Dadî ya Dîlokê re hate şandin.
Derbarê bûyerê de lêpirsînek hate destpêkirin.


 

Parve bike: