TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Fransa konsulxaneya xwe ya Îstenbolê ji bo demekî girt

📅 01 sibat 2023 22:57

PeyamaKurd – Fransa Îro biryarê da ku konsulxaneya xwe ya li Îstenbol a Tirkiyê bigre. Kesên îro çûne ber konsulxanê dîtine ku li ser deriyê konsulxaneyê weha nivîsandiye:

“Ji bo demekî demkî konsulxane girtiye. Ji bo xweşbîniya we sipas.”

Berya Fransa konsulxana xwe bigre, Almanya, Hollanda û Îngîltere biryara girtina konsulxaneyên xwe dabûn. Sedem jî piştî şewitandina Quranê ya li Stockholmê, bi îhtîmala êrîşên ser sefaretxaneyan, demkî tên girtin.

Parve bike: