TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Firokeyekî F-16 ya Tirkiye ket

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 25 sibat 2026 07:15
Hate ragihandin ku firokeyeke şerî a F-16 di nîvê şevê de ji parêzgeha Balıkesirê rabûye û ketiye xwarê.

RûpelNews - Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Parastina Tirkiyeyê, di saet 00:56an de têkilî û sînyalên radara firokeyeke F-16 a girêdayî Fermandariya Bingeha Sereke ya Firokeyên Şerî a 9emîn-Balikesir winda bûn.

Hat ragihandin ku operasyonên lêgerîn û rizgarkirinê hatine destpêkirin û bermahiyên firokeyê hatine dîtin.

Hat ragihandin ku di bûyerê de pîlotî jiyana xwe ji dest da û dê piştî lêpirsîna tîma lêpirsîna bûyerê sedema ketinê were diyarkirin.

Parve bike: