Fîlma Kurdî "Keştiya Min a Kaxezî" li Bexdayê namzetê du xelatan e
RûpelNews - Hozan Şêrzad ji bo Kurdistan24ê diyar kir ku ev fîlm bi şêwyekî hunerî û sembolîk behsa xewn, çavreşî û gihîştina daxwazan dike. Şêrzad got: "Navê fîlmê bixwe wateyeke kûr hildigire; ew wekî nîşana xewneke nazik û hestiyar e ku hîna deryaya xwe nedîtiye."
Çîroka fîlmê
Fîlm behsa zilamekî dike ku ji zarokatiya xwe ve li qeraxê avê jiyaye. Bi rêya evîna keçikekê، daxwaza çêkirina keştiyekê di dilê wî de şîn dibe. Ev mirov ji cîhanê qut dibe û li şûneke dûr hemû temenê xwe dide ser çêkirina keştiyekê da ku pê li cîhanê bigere, lê di vê rêyê de rastî gelek astengiyan tê.
Hozan Şêrzad bal kişand ser serkeftinên fîlmê û got ku berê di çendîn festîvalên navdewletî de xelat wergirtine, wekî xelata "Fîlma Herî Baş" di Festîvala Silêmaniyê de. Derhêner anî ziman ku peyama fîlmê bawerîanîna bi berdewambûnê ye: "Her keştiyek, her çend ji kaxezê be jî, dê rojekê bigihîje deryaya xwe."
Derbarê festîvalê de
Festîvala Fîlman a Ciwanên Iraqê festîvaleke navdewletî ye û zêdetirî 15 welat tê de beşdar in. Biryar e festîval di 1ê Nîsana 2026an de li Bexdayê dest pê bike û 4 rojan berdewam bike.