TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Festîvala Fîlman a Kurdî ya li New Yorkê: 350 fîlm serî lê da

📅 10 îlon 2026 16:11
Festîvala Fîlman a 10emîn a Kurdî ya li New Yorkê dest pê dike. Ji festîvalê re ku îsal eleqeyeke mezin heye 350 fîlm hatin şandin lê ji nav van 30 fîlmên herî karîger hatine hilbijartin.

RûpelNews - Festîvala Fîlman a Kurdî ya New Yorkê ku ber bi dawiya vê mehê tê sazkirin ji niha ve eleqeyeke mezin dît. 

Rêveberê festîvalê Aram Hesen ragihand ku hemû amadekariyên ji bo vekirina îsal a festîvalê ku ji sala 2017an vir ve bi berdewamî tê lidarxistin temam bûne.

Hesen tekez kir armanca sereke ya festîvalê ew e ku sînemaya Kurdî ji sînorên herêmî derbas bike û li paytextên çandî yên navneteweyî yên wekî New Yorkê bi civakên cuda re bîne cem hev û wî destnîşan kir ku îsal hejmara fîlmên serî lî festîvalê dane ji salên berê zêdetir in.

350 fîlm serî li festîvalê da

Hesen ragihand ku ji bo çalakiya îsal nêzîkî 350 fîlm hatine şandin û diyar kir ku piştî pêvajoyeke hilbijartinê, bi giştî 30 berhem di nav de fîlmên dirêj, kurtefîlm û belgefîlm ji bo pêşandanê hatine hilbijartin.

Hesen destnîşan kir ku çalakî dê ne tenê bi pêşandana fîlman sînordar bin, lê di heman demê de dê rûniştinên ku ji bo hêsankirina pevguhertina serpêhatiyên pîşesaziyê di navbera fîlmçêker û temaşevanan de hatine sêwirandin jî hebin.

10emîn a Festîvala Fîlman a Kurdî ya New Yorkê dê di 29ê Îlona 2026an de li Manhattanê dest pê bike û dê şeş rojan berdewam bike. 

 

 

 

Parve bike: