Festîvala xwarinê hat gulebarankirin: 2 mirin û 5 kes jî birîndar bûn
RûpelNews - Bûyer êvarê li Seattle Centre qewimî. Piştî agahiyên gulebaranê yên ji aliyê şahidan ve hatin dayîn, hejmareke mezin a tîmên polîs û tenduristiyê ji bo herêmê hatin şandin. Hêzên ewlehiyê qada festîvalê vala kirin, li deverên derdorê tedbîrên ewlehiyê yên berfireh hatin girtin.
Polîsê Seattle bang li welatiyan kir ku ji cihê bûyerê dûr bisekinin. Rayedaran piştrast kirin ku di êrîşê de çend kes hatine gulebarankirin.
Berdevka Daîreya Agirkujiyê ya Seattle Grace Nunez ragihand ku du kesan li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest dane. Ji pênc kesên birîndar ên ku rakirin nexweşxaneyê, hat ragihandin ku rewşa jineke 56-salî krîtîk e, di heman demê de zarokekî du-salî û kesên din ên birîndar di bin dermankirinê de ne.
Şahidên çavî diyar kirin ku wan derdora saet 6ê êvarê dengê guleyên li pey hev bihîstiye û li cihê festîvalê panîkek berbelav çêbûye.
Her çend polîsan derbarê sedema êrîşê de lêpirsîneke berfireh daye destpêkirin jî, heta niha ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn ka êrîşkar hatine girtin an na.