TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Fermandarê Îranê: Me di saeta kustina Silêmanî de tam bi îsabet li hedefê xist!

📅 08 rêbendan 2020 19:51

PeyamaKurd – Fermandarê Îranê yê Supaya Pasdaran ku ji operasyona êrîşa Îranê ya ser baregehên Amerîkayê berpirs bû îdia kir ku wan di saeta kuştina Qasim Silêmanî de tam li  hedefê xistiye.

Berevajî daxuyaniyên rayedarên Îranê, di dimenên ser medya civakî de wêneyên moşekên li hedefa xwe neketibûn hatine parvekirin. Li gorî wan dîmenan xuya dibe ku hinek ji wan gelekî dûrî baregehên Amerîka ketine û neteqîyane, hin moşek jî ji aliyê hêzên Amerîkî ve li ezman hatine teqandin.

Li gorî medya Îranê Cîgirê Fermandarê operasyona Îranê Ebas Nilfuruşan gotiye, moşekên ku ji Îranê hatine avêtin tam bi îsabet li baregehên Amerîka yên Eyn el Esed ketine.

Nilfuruşan herwiha diyar kiriye ku tevî teknolojiya pêşketî ya hêzên Amerîkî jî nekarîne menzîla moşekên wan biguherînin û bi îsabeta tam li hedefên xwe ketine.

Wî herwiha got ku êrîşa wan tam di saeta kuştina Qasim Silêmanî de hatiye kirin û ragihand: “Mebesta me ne destpêkirina şerekî berfireh e. Heger Amerîka bidomîne, em ê li gorî lê hêjabûna gelê xwe bersivê bidin.”

Fermandarê Îranî bang li welatên sêyem jî kiriye û gotiye, “Heger hêzên dagirkeran (Amerîka) li welatê we hebin, ew jî dê bibin hedefa me.”

Parve bike: