Rojhilata Navîn
Fermandarê Hêzên Behrê yê Sûpaya Pasdaran a Îranê hat kuştin
Di medyaya Îsraîlê de hat ragihandin Fermandarê Hêzên Behrê yê Sûpaya Pasdaran a Îranê Ali Riza Tengsiri di êrîşa hewayî de hat kuştin.
RûpelNews - Li gor nûçeya Jerusalem Post ku rayedarekî Îsraîlê wek çavkanî nîşan daye Fermandarê Hêzên Behrê yê Sûpaya Pasdaran a Îranê Ali Riza Tengsiri li Bender Abbas ê nêzîkî Tengava Hurmuzê di encama êrîşekê de hat kuştin.
Êrîş ji héla Îsraîl an Amerîkayê ve hat kirin hêj ne diyar e. Rayedarên Tel Avîvê jî ev nûçe sererast nekirin lê red jî nekirin. Ji aliyê rayedarên Îranê ve jî heta niha li ser mijarê tu daxuyanî Necat dayîn.