TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Ferhat Encu: Ji bo vegera kurdên sirgunkirî lîste hat çêkirin

Ercan Dağ
Edîtor
📅 24 tîrmeh 2026 19:26
Siyasetmedarê kurd ê sirgûnkirî Ferhat Encu ji RûpelNewsê re ragihand ku di çarçoveya proseya aştiyê de amadekarî tê kirin ku hejmareke zêde siyasetmedarên sirgûnkirî vegerin Tirkiyeyê û ji bo vê bi daxwaza rêberê PKK Abdullah Ocalan lîsteyekê jî hat amadekirin.

RûpelNews - Li Tirkiyeyê hevdîtinên der barê proseya aştiyê ya ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd hat destpêkirin ev sal û nîvekê berdewam e, di rojên dawîn de zêdetir bû.

Tê payîn ku heta meha bê beriya parlamento ji bo betlaneyê were girtin yasaya bo proseya aştiyê were derxistin. Ligel berdewamiya xebatên bo yasayê behsa vegera siyasetmedarên kurd ên ku ji ber kar û barên siyasetê hatin sirgûnkirin jî tên kirin.

Yek ji siyasetmedarên sirgûnkirî Ferhat Encu yê ku berê parlamenterê HDP bû ev 3 sal in li Swîsreyê dijî der barê mijarê de ji RûpelNewsê Ercan Dag re axivî û da zanîn ji bo vegerê civîn û xebateke cidî tên kirin.

"Li ser daxwaza Ocalan lîsteyekê hat amadekirin"

Ferhat Encu da zanîn li ser daxwaza rêberê PKK Abdullah Ocalan ji bo vegera kurdên sirgûnkirî lîsteyekê hat amadekirin û wiha got:

"Hefteyek berê, me li ser vegera siyasetmedarên kurd ên sirgûnkirî civînek li dar xist û me nêrînên xwe yên li ser mijarê danîn ber hev, me danûstandinên xwe kir. Xebat hatin kirin ku ji bo vegera wan ji sirgûnê lîsteyek were amadekirin. Ev lîste nav û rolên hemû kesên ku bi awayekî çalak di karê siyasî de li Tirkiyeyê dixebitin, lê ji ber zordestî û lêpirsînên ku li dijî wan hatine destpêkirin niha li Ewropayê di sirgûnê de ne diyar dike. Bêguman, rewşa siyasetmedarên kurd ên li sirgûnê di danûstandinên ku li Îmraliyê hatin kirin de jî hate gotûbêjkirin. Di ser Îmraliyê re di vê mijarê de pêwendî tê danîn. Jixwe Ocalan bixwe xwest ku lîsteyekê wiha bê amadekirin."

"Pirsgirêka kurd pirsgirêka ziman û nasname ye"

Encu diyar kir ku ew dixwaze vegere Tirkiyeyê û di çareserkirina pirsgirêka kurd de roleke siyasî ya çalak bilîze. Encu pirsgirêk wekî pirsgirêkeke nasname û ziman pênase kir û got:

"Eger şert û merc guncaw bin, ez dixwazim çalakiyên xwe yên siyasî ji cihê ku min hiştibû, ji nû ve bidomînim. Lêbelê, pirsgirêka kurd ne pirsgirêkeke wisa ye ku tenê bi vegera me were çareserkirin. Helbet, gavên ku di vî warî de tên avêtin girîng in. Dibe ku veger beşa herî hêsan be. Lêbelê, tenê ev gav bi serê xwe dê pirsgirêkê çareser neke. Ji ber ku pirsgirêka kurd pirsgirêka ziman û nasnameyê ye. Gavên ku di vî warî de bên avêtin dê bibin sedema çareseriya pirsgirêkê."

 

 

 

Parve bike: