'Êrîşeke mezin a li ser Îranê dikare 7 heta 10 rojan bidome'
RûpelNews - Rapora New York Timesê, li ser bingeha agahiyên ji karbidest û pisporên amerîkî, diyar dike ku ne diyar e "bi rastî" êrîşeke li dijî tesîsên nukleerî û mûşekî yên Îranê dê çi bi dest bixe.
Di raportê de hat gotin ku ew rayedarên ku guman dikin Îran ji bo danûstandinan amade ye, bawer dikin ku "stratejiyeke êrîşa armanckirî dikare hewl bide ku serokên Îranê neçar bike ku gavan paşve bavêjin."
Raportê, ku bal kişand ser wê yekê ku gefa herî krîtîk ji bo Îsraîlê "moşekên Îranê" ne, destnîşan kir ku îmhakirina wan dê şiyana Îranê ya tolhildana li dijî baregehên îsraîlî û amerîkî sînordar bike.
Di raportê de hat îdiakirin ku Îran "di rewşeke lawaz de ye, lê belê ji ber veberhênanên wê yên di bernameya wê ya nukleerî de, wisa xuya nake ku ew ê bigihîje peymaneke dîplomatîk."
Hat ragihandin ku armanca DYAyê "xuya ye ku alîgirê êrîşeke armanckirî û sînordar e" li ser tesîsên mûşekî û nukleerî yên Îranê, da ku "bi zirar gihandina depoyên mûşekên wan, îraniyan neçarî danûstandinan bike."
"Dibe ku Trump êrîşeke mezintir bifikire"
Rayedar amaje dikin ku eger Îran piştî êrîşeke armanckirî daxwazên Washingtonê qebûl neke, Serokê DYAyê Donald Trump dibe ku "êrîşeke mezintir bifikire".
Hat îdiakirin ku tevî "rewanekirina leşkerî" ya li Rojhilata Navîn, DYA xwedî hêz û cebilxaneya pêwîst ji bo kampanyayeke bombebaranê ya demdirêj nîne û êrîş dê 7 rojan bidome.
Raporên îstixbaratê yên ku di nûçeyan de hatine destnîşankirin, diyar kirin ku êrîş dikare bertekeke bêpîvan ji Îranê provoke bike, ku ew dikare fermanê bide hêzên xwe yên wekîl, da êrîşî hedefên Amerîkayê bikin.
Raportê, destnîşan kir ku Serokê Encûmena Sererkaniya Giştî ya DYAyê Dan Caine gotibû ku êrîş dê "metirsiyeke mezin a qurbaniyên amerîkî çêbikin û bandoreke neyînî li ser stokên çekan bikin" û destnîşan kir ku Îranê dikarî tevî êrîşan jî bêtir mûşek çêbike û ji bo ku tolhildana li dijî wê zehmetir bibe, hin ji qadên xwe yên avêtinê li seranserê welêt belav kiriye.
Dibe ku helwesta Îranê hişktir bibe
Lêkolînerê Weqfa Parastina Demokratîyan (FDD) a Amerîkî û efserê berê yê îstixbaratê Joseph Zacks, dibêje ne mimkûn e Îran dev ji bernameya xwe ya nukleerî berde.
Zacks, ku di heman demê de di wê baweriyê de bû ku êrîşeke sînordar dê bi îhtimaleke mezin berevajî bibe û helwesta Îranê hişktir bike, got: "Em ber bi pevçûneke leşkerî ve diçin."
Zacks diyar kir ku DYA dikare "lêdaneke yekem a sînordar" pêk bîne da ku rejîma Îranê cidiyeta serhişkiya wê fêm bike û wê vegerîne ser maseya danûstandinê.
Hişyarî ji bo parastina hewayî û stargehan
Generalê Mezin ê malnişîn ê amerîkî Paul D. Eaton diyar kir ku heger pevçûn çêbibe, Îran dikare 100 mûşekan bavêje baregehên Amerîkayê, lê leşkerên amerîkî xwedî kapasîteyên parastina hewayî an jî stargehên pêwîst nînin.
Eaton got ku Trump nekarî şerê xwe yê li gorî dilê xwe ji gelê Amerîkayê re rave bike.