Êrişa li ser dibistanên li Mereş û Rihayê:Gelek kes hatin girtin û desteserkirin
RûpelNews - Di daxuyaniyeke ku ji aliyê Rêveberiya Giştî ya Ewlekariyê ya Tirkiyeyê (EGM) ve hat weşandin de, hat destnîşankirin ku lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e. Hat ragihandin ku, êrişkar li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wêneyê êrişkarê bi navê Ellîot Rodger ku di sala 2014an de li Amerkayê êrşek pêk aniye parve kiriye.
Kelûpelên dîjîtal hatin desteserkirin
Di daxuyaniyê de herwiha hat eşkerekirin ku bavê êrîşkar U.M., di 15ê Nîsanê de hatibû binçavkirin û piştre ji aliyê rayedarên dadwerî ve hatibû girtin. Hat ragihandin ku kelûpelên dîjîtal ên ku di lêgerînên li mala gumanbar û wesayîta bavê wî de hatine desteserkirin, niha tên vekolîn.
Lêpirsîn berdewam e
Hat ragihandin ku lêkolîna dadî ya cihê bûyerê bi dawî bûye û hemû delîl, di nav de dîmenên kamerayên çavdêriyê, bi hûrgilî hatine nirxandin. Li gorî encamên destpêkê, ti delîlek a pêwendiya terorîstî nehatiye tespîtkirin, û bûyer wek êrîşeke şexsî tê dîtin.
Heşt xwendekar û mamosteyekê jiyana xwe ji dest dan
Hejmara miriyan di êrîşa çekdarî ya duh piştî nîvro li Dibistana Navîn a Ayser Çalik a li Mereşê de, ji bilî êrîşkar, gihîşt nehan.
Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çîftçî ragihand ku hejmara miriyan gihîştiye nehê. Wezîr Çîftçî diyar kir ku di êrîşê de 13 kes birîndar bûne, ku şeş ji wan bi giranî ne.
Çîftçî diyar kir ku heşt ji miriyan xwendekar û yek jî mamoste bû, û lê zêde kir ku rewşa sê kesên ji şeş birîndarên ku li beşa lênêrîna giran in, giran e.
Dibistan du rojan hatin girtin
Wezîr, ku diyar kiribû "êrîşkar xwendekarekî pola 8an ê 14 salî bû", ragihand ku "dibistanên li Mereşê ji bo du rojan hatine girtin".
Di êrîşa dibistanê ya Rihayê de16 gumanbar hatin binçavkirin
Rêveberiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ragihand ku di çarçoveya êrîşa çekdarî ya li Lîseya Pîşeyî û Teknîkî ya Anatolî ya Ahmet Koyuncu ya li navçeya Siwêreg a Rihayê 16 gumanbar binçavkirin.
Roja Sêşemê 14ê Nîsanê, dema ku xwendekarekî çekdar ket nav dibistanê û gule reşand, herî kêm 16 kes birîndar bûn; êrîşkarî xwe kuşt.