Cîhan
Êrîş li Azerbaycanê hat kirin
Balafirgeha Navneteweyî ya Naxçivanê li Komara Xweser a Naxçivanê ya Azerbaycanê ji aliyê balafirên bêmirov (UAV) ve hat hedefgirtin.
RûpelNews - Li gorî medya Azerbaycanê, êrîş ji aliyê Îranê ve hatibe kirin.
UAVek li balafirgehê ket, yên din jî li deverên derdorê ketin.
Wêneyên ku li ser medyaya civakî hatine parvekirin nîşan didin ku dû ber bi asîman ve diçe û dengê teqînan li dora balafirgehê tê. Rayedaran hîn daxuyaniyek berfireh belav nekirine.