TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erebistanê bo tankêra Îranê beyanekî da

📅 12 cotmeh 2019 20:21

PeyamaKurd- Rêvebiriya Riyadê ragihand ku xwestine alîkariya tankêra Îranê ya ku di Behra Sor de, nêzî limana Ciddeyê êrîş kiribûn ser, bike lê nikaribûne pêre têkiliyê deynin. Ajansa Erebistanê ya fermî SPA yê ragihand ku Parêzvanên Sînor bi awayeka nivîskî beyanekî daye û tê de ragihandiye ku tankera Îranê duhî siet di 11.47an de, bi sedema derba ji pêş de lêketiye, petrol jê diherike û vê agahiyê daye yekîneyên pêwendîdar. Di beyanê de weha hat gotin:

“Bo ji aliyê Navenda Koordînasyonê de bo tankêrê alîkarî bêkirin, agahiyên ku hatine, hatine analîzkirin û di wê wextê de tanker rêya xwe dewam kiriye û hatiye tesbîtkirin ku 67 mîl li başûrê rojavayê lîmana Ciddeyê ye. Çendîn li tankêrê geriyane jî, tanker bersiv nedaye û sîstema xwe ya şopandinê girtiye.”

Îran jî bo vê mijarê radigihîne ku dê vê bûyera tankêrê bê bersiv nehêle. Lê qesda Îranê jê kîjan dewlete nehat zanîn.

Parve bike: