TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Îmarat û Yemen ji destpêkirina têkiliyên Erebistanê û Îranê razî ne

📅 11 adar 2023 19:10

PeyamaKurd – Dewleta Îmaratan û Yemenê ragihandin ku ew ji normalbûna têkiliyên navbera Erebistanê û Îranê razî ne. Wezareta karên derve ya Îmaratan ragihand ku danîna têkiliyên dîplomatîk yên navbera Erebistana Saûdiyê û Îranê, wê ji bo îstîqrara herêmê pêngavekî baş be.

Wezareta karên derve ya Yemenê jî bi nivîskî ragihand ku lihevkirina Erebistana Saûdî û Îranê li herêmê dewreyekî nûye û hêvî dike ku Tehran siyaseta xwe ya sabotajê biguhêre. Yemen got ku bawer dike pirsgirêk bi diyalog û rêya dîplomasiyê de bên çareserkirin. Yemen bang kir divê qaîdeya ku kes têkilî nav karên hundir yê dewletekî din nebe.

Parve bike: