TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan: Têkiliya me ya îstixbarî bi Îsraîlê re berdewam e

📅 25 berfanbar 2020 18:32

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, îro 25ê Kanûnê piştî nimêja Înê daxuyanî dan.

Erdogan piştî belavbûna nûçeya ku Serokê Azerbaycanê ji bo navbeynkariya başkirina pêwendiyên Îsraîl-Tirkiye dest bi danûstandinan ligel rayedarên îsraîlî kiriye got ku têkiliyên wan ên bi Îsraîlê di warê îstixbarî de qût nebûne û berdewam dikin.

Erdogan li ser pirsa rojnamevanan got ku niha bi berpirsên Îsraîlê re hin tengaviyên wan hene û ne mimkun e helwesta Îsraîlê ya derbarê erdên Filîstînê de qebûl bikin.

Di berdewamê de jî Erdogan bal kişand ser ku têkiliya îstixbarî bi Îsraîlê re berdewam dike û diyar kir, “Heke na em jî dixwazin pêwendiyên xwe bigihînin asteke baştir.”

Parve bike: