Jiyan
Erdogan ricaya Minbicê ji Macron kir
PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Edogan û Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron axivîn.
Li gor agahiyên medyaya Tirkan di axaftinê de behsa Minbicê kirin.
Herdu serokan jî gotin ku pêşxistina têkiliyan û domandina diyaloga di navbera Tirkiyeyê û Fransayê da girîng e. Dîsa herdu serok li ser geşedanên dawîn ên li Sûriyeyê û mijara penaberan sekinîn û bal kişandin ser girîngiya hevkariya ji bo pirsgirêkên herêmî.
Erdogan di axaftinê de bi taybetî di mijara Minbicê de qala hevkariya Tirkiye-Amerîkayê kir.
Herwiha Erdogan rica ji Macron kir ku di Minbicê de hevkariyê bi Tirkiyê re bikin.